HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29’ê Avrêlê de di saet 16.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî herêma Birnê Rûto 2 wesayitên greyderên Muduriyeta Îdara Taybet a Bazîdê ji aliyê gerîla yê me ve hatiye şewitandin.

PiştÎ çalakiyê di 30’ê Avrêlê de li dijî herêma çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de li 2 cihan li dijî leşkerên dijminên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayê me ve 2 çalakî hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me hatiye kuştin. Operasyona li herêmê bi rengê kemîn vedan û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin berdewam dike.

 

2. Di 29’ê Avrêlê de di navbera saet 17.00-20.00’an de li bajaroka Şeladiza Amediyê li dijî gundên Erbiş, Petrot, Şifreza, Cennetê, Hilalê, Mêrganiş û Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama van êrîşan de tu wendahiyê gerîlayê me tuneye.

3. Ji 27’ê Avrêlê û vir ve li bajaroka Şeladiza Amediyê li dijî herêmên Çiyareş, Şikefta Birîndara, Cîlo, gundên Sernê, Bîmê, Elê û Bezelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama van êrîşan de tu wendahiyê gerîlayê me tuneye.

4. Di 27’ê Avrêlê de li Şirnexê di navbera navçeyên Hezex û Cizîrê de li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de şewata di xeta lûleyan de destpêkiriye heta 28’ê Avrêlê berdewam kiriye.

1 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê