HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 1'ê Gulanê de li sêgoşeya navçeyên Lîce, Qulp û Hezroyê bi ser Amedê li dijî Gundên Şathê, Şageldî, Bamitnê, Riya Gewr, Newala Hirça, herêma Sinê û Kaniya Ezraîl ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji saetên serê sibê ve ji bejahî bi wesayitên zirxî ji hewa jî bi piştgiriya helikopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan bi daxistinan operasyoneke berfireh hatiye lidarxisitin. Li dijî herêmê bi tank û helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Herweha gazek cureya wê

nehatiye zelalkirin, hatiye avêtin. Operasyona li herêmê di heman rojê danê êvarî paş de vekişiyaye.

 

2 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê