Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 11'ê Avrêlê de li derdora saet 03.30'an de li navçeya Agiriyê Bazîdê li bejahiya gundê Ortiliyê li dijî yekîneya artêşa dagirker a tirk ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî bejahiya di navbera Gundên Çermê û Ortiliyê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê ber bi danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.
12 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê