HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13'ê Avrêlê de di navbera saet 03.00-04.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêm û girê Mamreşo, Gundên Kiyê û Şîvê, Geliyê Avaşîn û Basyan ê bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 13'ê Avrêlê de di navbera saet 04.00-05.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şikefta Birîndara û Girê Karker ê bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 13'ê Avrêlê de di navbera saet 00.00-04.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Geliyê Reş, Girê Sîro, derdora goristanê şehîdan, Gundên Kêvzava û Ermûş ên bi ser Xakurkê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Ji 12'ê Avrêlê saet 13.00'an heta 13'ê Avrêlê danê nîvro li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Şehîd Colemerg, Şehîd Baran, Gundên Hîlalê, Cennetê û Erbîş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Di 12'ê Avrêlê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Neqeba Lanetê, Girê Qertel, herêma Mamreşo û Gundê Kiyê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6. Di 12'ê Avrêlê de li derdora saet 07.00'an de li navçeya Şirnex Qilabanê li dijî leşkerên qereqola sînor a Sînek ên derketine operasyonê ku ji 20 kesan pêk dihat, ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxstin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Herweha çekek HK-33 (melez) a artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve hatiye desteserkirin.

Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan xwestiye mudaxeleyî cihê bûyerê bike, lê rastî berxwedana gerîla yê me yên bi çekên giran hatiye û naçar maye paş de vekişe.

7. Di 12'ê Avrêlê de piştî nîvro li navçeay Colemergê Şemdînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 20 wesayitên leşkerî leşkerên komando û cebilxane ji bo qereqola Rûbarokê hatiye veguheztin.

13 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê