Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Cotmeh3e de li navçeya Gevera Colemergê li herêmê Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatibûn lidarxistin, piştî wê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnên dijwar qewimîbûn. Agahiyên ve çalakî û pevçûnan bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Di van pevçûnan de rêhevalên me Rojîn Gevda ku endamê Konseya leşkerî ya HPG'ê û YJA Starê ye û hevalê Fîraz ê birîndar bibûn tevî hemû hewldanan me nekarî rizgar bikin û gihîştine şahadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Rojîn Faraşîn |
Rojin Faraşin - Sureyya Aslan
Nasnav:Fîraz Eylo |
Fîraz Eylo - Halîl Aktar
2. Di 19'ê Cotmehê de li navenda Bedlîsê li nêzî gundê Şetekê li dijî qereqoleke seyyar a li ser riya îpekê bi cîh bûye û girê ewlekariya wê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Pîştî êrîşa gerîlayên me 10 leşker û 3 cerdewanên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. gerîlayên me yê avahî û çeperên qereqolê jî bi awayeke bandor lêdane, êlekeke êrîşê û 3 cercorên klêşê yên dagirtî hatiye desteserkirin. Artêşa dagirker a tirk ên bi 2 helîkopterên skorskyan û bi gelek embûlansan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye, di 20'ê Cotmehê de li dijî herêmê operasyonek lidarxistiye.
Di vê çalakiyê de rehevaleke me tevî hemû hewldanan birîna wê ya giran nehatiye dermankirin û gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya gerîlaya me ya gihîştiye şahadetê dema zelal bû ji raya giştî re were eşkere kirin.
4. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê hin çalakî hatine lidarxistin. Berfirehiya van çalakiyan;
Di 19'ê Cotmehê de di saet 16.00'an de li navçeya Çelê li herêma Kepê Mirîşka li dijî helîkoptereke skorskyê ya ji dijmin re erzaq vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera skorskyê giran derbe xwariye bi lezgînî xwestiye li Alaya Bîlîcanê daxîne, şewat girtiye û ketiye xwarê. 16 leşkerên di nava helîkopterê jî mirine.
Di 19'ê Cotmehê de di navbera saet 14.30-15.00'an de li Geverê li navbera Girên Şehîd Rahîme û Şehîd Şiyarê girêdayî Oramarê li dijî leşkerên dijmin ên xwestine vir bigrin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 20'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li Garêya bi ser Çelê helîkoptera kobra ya xwestiye êrîşê lidarbixîne rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û di encama lêdana gerîlayên me de derber xwariye û naçar maye bi lezgînî li Çelê daxîne xwarê.
Di 20'ê Cotmehê de di saet 15.00'an de li herêma Kepê Mirîşka ya bi ser Çelêve li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 20'ê Cotmehê de di navbera saet 08.00-17.00'an de li navçeya Çelê li dijî Alaya Bîlîcanê li dijî hemû baregehên wê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştÎ û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona di 19'ê Cotmehê de l idijî Sêgoşeya Marûfa û derdora alaya Bîlîcanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin hîn jî berdewam dike.
Di 20'ê Cotmehê de li navçeya Geverê li herêma Geliyê Xopînê ya bi ser Oramarê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 19'ê Cotmehê de di saet 20.30'an de li navenda Colemergê herêma Dola Çîçekê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê û polîsên tîmên taybet de pevçûnên dijwar qewimiye. Rêhevaleke me yê birîndar bûye, ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de diteqîne û digihêje şahadetê. Tevî hemû rewşên neyînî 2 rêhevalên me derbeyên mezin li dijmin xistine, Amîrê Emniyeta Colemergê jî di nav de 8 polîsên tîmên taybet hatine kuştin 7 polîs jî birîndar bûye. Her du rêhevalên me heta guleyên wan bi dawî bûye jî bi lehengî liberxwe dane û gihîştine şahadetê. Di dema vê pevçûnê de gundiyeke bi navê Muslim ên paşnavê wî nehate hîn bûn jî ji aliyê polîsên taybet ve hatiye birîndar kirin û pişt re jî hatiye binçav kirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê;
Nasnav: Azad Munzur |
Azad Munzur - Huseyin Denktaş
Nasnav: Koçer Çiyager |
Koçer Çiyager - Ayhan Çelik
Nasnav: Arnos Başkale |
Arnos Başkale - Emrah Guler
Di 20'ê Cotmehê de di saet 20.00'an heta danê sibê yên 21'ê Cotmehê li Şemdînanê li dijî herêma Gostê û Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 14'ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî herêma Geliyê Tiyarê operasyonek lidarxistibûn ji aliyê gerîlayên me ve derbeyên giran hatibû lêdan. Piştî vê ji aliyê çapemeniya tirk a şerê taybet nûçeyên derew û berovajî belav dike. Tê gotin ku li vê herêmê zêdetirî 50 rêhevalê me gihîştiye şahadetê, ev agahî bi giştî derew in. Ji bilî nûçeyên şahadetê yên me ji raya giştî re aşkere kirine tu wendahiyên me nîne.
21 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê