Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Cotmehê de piştî çalakiya li navçeya Eleşgirta Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû lidarxistin ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Kosedax, Gundên Çerkez, çat, Dahar û Xanê, Geliyê Kalo ya bi ser herêma Çemçê operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
2. Di 18'ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navbera navçeya Pasûra Amedê û Mûşê li herêma Darbiyê ya bi ser Şenyaylayê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek haitye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê operasyona li herêmê hatiye lidarxistin di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
3. Di 21'ê Cotmehê de di saet 10.45'an de li navçeya Lîceya Amedê li herêma Korxê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek a tevî 6 leşker tê de ne hatiye rûxandin. Artêşa dagirker a tirk ji bo enqaza daggeyigiyê bi vîncê rake rê bi qasî du saetan li çûn û hatinê qedexekiriye.
4. Di 18'ê Cotmehê de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî derdora gundê Axo ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona li herêmê di 20'ê Cotmehê bê encam paş de vekişiyaye. Herweha li derdora Gundên Tilora, Gultepe û Per ên bi ser Qelqeliyêne tevgerên leşkerî heye.
5. Di 21'ê Cotmehê de di navbera saet 13.30-14.302an de li navçeya Elbaka Wanê li navbera gundên Deravê û Dirîşkê yên bi ser Geliyê Masîrone ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 11 karkerên li qereqolên ser sînor dixebitin, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin, hatine darizandin û piştî van karkeran soza nexebitandina bi dijmin re dane, serbest hatine berdan. Herweha tirek a şîrketa Merve Naqliyatêye û ji dijmin re erzaq dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye derbekirin.
6. Di 19'ê Cotmehê de li navenda Bedlîsê li nêzî Gundê Şetekê di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû lidarxistin me eşkere kiribû ku rêhevalek me gihîştiye şahadetê. Nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Amara Vejîn Adı Soyadı: Semîra Vahîdî Cihê jidayikbûnê Ûrmiye Navê dayik û bav: Sureya - Muhammed Alî Dîrok û cihê şahadetê: 19 Cotmet 2012 / Bedlîs |
Amara Vejîn - Semîra Vahîdî
22 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê