HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî herêmên Ez, Mezra, Kotom, Şikranis û Sapûrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 7'ê Tîrmehê de di saet 18.00'an de li dijî hêzên operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya di navbera Gundên Ez û Kotomê li ser Girê Şehîd Amedê hate li darxistin de 13 leşker hate kuştin, hejmara birîndara jî nehate zelalkirin. Di vê çalakiyê de herweha çekeke tam otomatîk a BKC jî ji aliyê gerîlayên me ve hate desteserkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya helîkopteran bi ambûlansan ji herêmê dûr xistiye.

2. Ev demeke li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçik û derdora wê ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn û keşif tê meşandin.

3. Di 7'ê Tîrmehê de di saet 01.30'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî qereqola Berêreş ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

4. Di 7'ê Tîrmehê de di danê serê sibê de li navçeya Pulura Derismê li dijî navserên Rojnek û Tevneşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Li heman herêmê de di saet 19.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

5. Di 8'ê Tîrmehê de (îroj) di saet 00.30'an de li navçeya Qisleya Dersimê li dijî herêma Zinarên Doxan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman herêmê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 5 leşker hatiye kuştin, 5 leşker jî birîndar bûye.

6. Ev demeke li ser riya Dersim Erzinganê li dijî herêmên Kozmerit, Uzuntarla, Gomemiş, Pagalî û Marçikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tê vedan û keşf tê kirin.

8 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê