Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8'ê Tîrmehê de di saet 22.30'an de li navbera navçeya Gexîya Çewlikê û Depa Elezîzê li nêzî gundê Kanê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyeke rêbirînê hate lidarxistin. Li vir di derbarê peşveçûnan ji gel re agahdarî hatiye dayin herweha Keyayê Gundê Kerbayê ji ber bi dijmin re di nava têkiliyan de ye, ji qereqolan re erzaq dikişîne, bi wesayita xwe leşkeran vediguhezîne hatiye binçavkirin û li pêşberî gel dahgeha wî hatiye kirin. Di encama darîzînê de keyayê sûcên xwe pejirandiye, destnîşan kiriye ku careke din van sûcan dubare nake û efûya xwe xwestiye. Gel ê li vir kombûyî jî dayina şenseke dawî guncav dîtiye û li ser vê bingehê serbest hatiye berdan.
2. Di 8'ê Tîrmehê de piştî nîvro li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Oramarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê di 9'ê Tîrmehê de danê serê sibê bê encam paş de vekişiyaye.
3. Di 8'ê Tîrmehê de ji saet 18.00'an heta 9'ê Tîrmehê danê nîvoyê li Herêmên Parastinê Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Gundên Mamreşo, Mambenê û Delîl, Xeta Avaşîn û Ava Basya ya bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin di 7'ê Tîrmehê de hatiye berfirehkirin. Operasyona di 8'ê Tîrmehê de li Gundên Kurtuka, Paşvenk, Başgale û Girê Şehîd Bawer de berdewam dike, di saet 18.40'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Di heman rojê di saet 22.30'an de bi piştgiriya helîkopterên skorskyan û wesayitên zirxî dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengî kemîn vedan û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê lidarxistin berdewam dike.
5. Di 6'ê Tîrmehê de di saet 15.30'an de di navbera navçya Palûya Elezîzê û Dara Hênê ya Çewlikê li dijî treneke bar ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 vagon ji rê derketine herweha riya trênê heta 8'ê Tîrmehê girtî maye.
9 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê