Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di 2’ê Gulanê de li qada Satê ya Bedlîsê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe û piştî şopandineke dirêj saet di 18.0’an de girtiye ser vê yekîneyê. Hêzên me ketine nav yekîneya dijmin û ji nêz ve li dijmin dane. Ev çalakî bi tarza fetihkirinê hatiye kirin û 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hêzên me BKC’yek û zîncîreke wê, çekeke sûîkastê ya Bora û dûrbîna wê, çekekeke M16, dûrbîneke şevê û dûrbîneke rojê ji ser cenazeyan rakiriye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
Artêşa Tirk a dagirker ji zû ve ye li Goristana Şehîdan a Xerzanê ya li Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê daran dibire. Dagirker ji bo ewlehiya vê koma ku daran dibire, yekîneyên veşartî li Girê Şehîd Sorxwîn bi cih kiriye. Hêzên me di 3’ê Gulanê de saet di 17.20’an de li vê yekîneyê daye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên vê yekîneyê hatine kuştin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
2. Di daxuyaniya 21'ê Nîsanê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 14'ê Nîsanê li qadên Girê Çolya û Gundik Remo yên herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye û 2 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Çayan Koçgîrî Nav paşnav: Velî Can Hûnûlû Cihê jidayikbûnê: Stenbol Day-ik-Bav: Gulîzar-Cemal Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2020'an / Cûdî |
Çayan – Veli Can Hunulu
Nasnav: Mervan Kerkûkî Nav paşnav: Zana Xazî Cihê jidayikbûnê: Kerkûk Dayik-Bav: Wîdad-Xazî Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2020'an / Cûdî |
Mervan – Zana Kerküki
Hevrêyê me Çayan bi eslê xwe ji Sêwasê bû, li Stenbolê mezin bû û nêrînên şoreşger bandor li wî kir. Hevrê Çayan ku pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û ji ber nêrînên xwe zext û zorî ji dewleta faşîst dît, herî dawî li Geverê dema ku leşkerî dikir ji bo nebe hevkarê vê neheqiyê û qirkirinê ji leşkeriya dewleta TC a dagirker fîrar kir û tevlî nava refên azadiyê bû.
Hevrêyê me Çayan ku bi kedkarî û duristiya xwe dihate naskirin li Zagros, Şengal û Botanê li gelek qadan di çeperên berxwedanê de têkoşiya. Sala 2014'an ji bo li dijî DAÎŞ'ê bi rengekî çalak têbikoşe û gelê me yê Êzidî ji van êrişan biparêze çû Şengalê û li wir bi rengekî çalak tevlî şer bû. Hevrê Çayan ku bêrawestan têkoşiya û xwe fedayî gelê xwe kir. Hevrê Çayan xwe di felsefeya Rêber Apo de şareza kir û di rêbaz û taktîka serdemê ya gerîla de xwe bi pêş xist. Piştî têkoşîna li Şengalê berê xwe da Botanê û bû fermandarekî pêşeng ku mohra xwe danî binê serketinên girîng. Hevrê Çayan ku fermandarekî ciwan ê gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya milîtan û ruhê xwe yê berxwedêriyê wê her tim ji me hevrêyên wî re bibe mînak.
Hevrêyê me Mervan li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dît ku yekane rêya bidawîkirina mêtingeriyê û pêkanîna azadiya Kurdistanê, berxwedana gerîla ye. Li ser vê bingehê di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi kesayetî û sekna xwe xwe bi felsefeya Rêbertî xemiland, ji aliyê leşkerî ve jî timî xwe nû kir. Hevrê Mervan ji bo biçe qada Botanê gelekî hewl da û bi îradeyeke mezin li ber xwe da. Hevrê Mervan bû milîtanekî fedayî yê Apoyî û her tim di navbera felsefeya Rêbertî û jiyana gerîla de têkiliyeke xurt danî, bi vî rengî pêşketineke mezin di kesayetiya xwe de afirand. Ji roja ku tevlî bû û heta kêliya ku şehîd bû wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi ser xist.
Di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan serî gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ku armanca hevrêyên me yên şehîd bû bi ser bixînin.
4'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê