Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 8'ê Nîsanê hêzên me li navçeya Pasûr a Amedê, li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT'ê û kontra tê de bûn û dihate şopandin, çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT'ê û 3 kontra hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta 23'ê Nîsanê li qadê operasyon kir û bi rengekî bêencam hêzên xwe vekişand.
Dewleta Tirk a faşîst qirker ji bo îmhakirina hêzên me yên gerîla bi gelek rê û rêbazên qirêj tevdigere, yek ji van tevnên xwe yên rêxistinbûna qirêj jî ew e ku bi MÎT û kontrayên xwe mîna sivîlan tevdigere, li qadên gerîla keşfê dike, liv û tevgera gerîla dişopîne û hewl dide tespît bike. Dema ku ev rêxistinbûna ajan-kontra agahiyekê li ser karên gerîla bi dest dixe, hingî dewleta Tirk li van herêman dest bi hewldana ji bo îmhakirina gerîla dike. Dewleta TC a mêtinger û medya wê bi agahiyên çewt Û şaş hewl da van kesan sivîl nîşan bide û rastiyê ji raya giştî veşêre. Bi rojan li ser vê yekê propaganda derewîn kir. Kesên ku di vê çalakiyê de bûn hedef ne sivîl in, ajan-kontrayên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ne ku li dijî Gerîlayên Azadiyê bi taybetî hatine birêxistin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 2'ê Gulanê saet di 07:00 li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derb li kozik û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
3. 29 û 30'ê Nîsanê li qada Kizilpîrîz a navçeya Kagizman a Qersê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonê kir. Ji ber bombardûmana di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
2'ê Mijdara 2019'an li bejahiya navçeya Kaxizman a Qersê, di navbera yekîneyeke me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de 3 hevalên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
3'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê