HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 15'ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qadên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê, bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kir.

 16'ê Gulanê saet 10:30'î li geliyê Şinadoxan ê qada Şêx Cûma, hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li du wesayitên dijmin û leşkerên dijmin xistin. Di çalakiyê de derb li her du wesayitan ketin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Heman rojê saet 18:40'î hêzên me li heman geliyê Şinadoxan cara duyemîn li leşkeran xistin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

18'ê Gulanê li quntara Girê Kulitê, hêzên me yekîneya leşkerî şopand. Heman rojê saet 18:45'an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker êvara 19'ê Gulanê bi rengekî bê encammayî vekişiya. Di dema operasyonê de bi helîkopterên êrîşê û topên obusê qada operasyonê bombe kir.

2. 20'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 12:30 qada Tepê Sor a herêma Avaşînê, saet navbera 13:30-14:30 jî Geliyê Avaşînê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.

 

21’ê Gulanê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê