HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me di 19’ê Gulanê saet di 17.00’an de li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hemwext li dar xist.

Hêzên me li Girê Lêlikanê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Balefirên şer û helîkopteran li derdora Girê Şehîd Şervan û Girê Lêlikanê dane.

Artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Elî Dirêj ê herêma Xakurkê kamerayên mobese û panelên rojê bi cih dike. YJA Starê bi çalakiyekê ev panelên rojê û kamerayên mobese kiriye hedef û hemû îmha kiriye.

Di van çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

2. Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Gundikremo yê Cûdiya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, di 18’ê Gulanê de saet di 17.30’an de yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û li wan dane. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî vegeriyane cihên xwe.

3. Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Gulanê de li qada Şehîd Hemze ya di navbera Gêxiya Çewligê û Pulumura Dêrsimê bi tevlêbûna kontra û cerdevanan operasyonek daye destpêkirin.

Di 11’ê Gulanê de saet di 13.30’an de dema ku operasyonê xwestiye xwe bera nav qadê bide, hêzên me ji 3 aliyan ve li wan dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hevala me Şîlan (Zîlan Tek) li hemberî dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

Di heman rojê de hêzên me yekîneye dijmin xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve lê dane. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî ji qadê vekişiyane.

Di 13’ê Gulanê saet di 17.30’an de balefirên şer û helîkopterên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de du hevalên me şehîd bûne. Wê piştre nasnameya hevalên werin eşkerekirin.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav:  Şîlan Sêrt

Nav û paşnav: Zîlan Tek

Cihê jidayîkbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Azîme-Alaaddîn

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Gulanê 2019/Pulumur

Şilan – Zilan Tek

4. Di 24’ê Adara 2019’an de me diyar kiribû ku di 18’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Roverê ya Kerborana Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hêzên me çalakî li dar xistibûn û 6 leşkerên dijmin hatibû kuştin. Me ragihandibû ku di vê çalakiyê de 3 hevalên me li hemberî dijmin bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav:  Aras Nekeroz

Nav û paşnav:Kemal Nadîre

Cihê jidayîkbûnê: Sine

Navê dê û bav: Firişte-Sohbettûllah

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran

Aras – Kemal Kadire

Nasnav: Dilxwaz Torî

Nav û paşnav: Orhan Tok

Cihê jidayîkbûnê: Kerboran

Navê dê û bav: Rabîa –Abdûllah

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran

Dılxwaz – Orhan Ok

Nasnav: Rêber Botan

Nav û paşnav: Kasim Saptik

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Hûrî - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran

Reber – Kasım Saptık

 

20’ê Gulanê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê