HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 31'ê Tebaxê de di saet 13.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke tîmên taybet ên artêşa dagirker a tirk ên li herêma Oramarê diman ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de endamekî tîmên tevgera taybet hatiye kuştin.

2. Di 2'ê îlonê de di navbera saet 07.30-17.30'an de li Colemergê riya di navbera navçeya Şemzînanê û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.

Gerîlayên me yê herêmê di bin serweriya xwe de digrin di 2'ê Îlonê de li girên Sênala û Radiolînkê al li ba xistine. Piştî libaxistina alê ya gerîlayên me li dijî heman giran ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan heta 3'ê Îlonê saet 06.00'an berdewam kiriye.

3. Di 1'ê îlonê de di saet 14.20'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî Gundên Xatîpawa û Dalyayê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê bi saetekê dijmin li dijî herêmê bi wesayitên zirxî û bi daxistinan mudaxele dike û heta saet 16.00'an li sêgoşeya Gundê Avzanê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûn qewimiye. Di encama vê pevçûnê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Rêhevalek me jî bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Dijmin ê li ser cenazeyên rêhevalê me heta 02.00'ê ye şev kemîn avêtiye di danê sibê yê 2'ê îlonê de bêencam paş de vekişiyaye.

Nasnameya Rêhevalê me yê gîhîştiye şahadetê:

Nasnav: Zinar Sargaç
Nav û paşnav: Tekîn Guzel
Navê dayik û bav: Asiye - İbrahim
Cihê jidayikbûnê: Tetwan, Bedlîs
Dîrok û cihê şahadetê: 1 Îlon 2012 / Elbak, Wan

4. Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî hemû baregehên leşkerî û polîsan ji aliyê gerîlayên me ve tevgereke şoreşgerî ya bi navê Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatiye destpêkirin. Di encama vê tevgerê de navçeya Beyşebabê û derdora wê dibi kontrola gerîlayên me de ye. Di derbarê agahiya vê tevgerê de agahiyên berfireh wê pişt re were dayîn.

3 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê