Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Îlonê de di navbera saet 09.30-13.00'an de û dîsa 14.30-17.00'an de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve du caran rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di çalakiya duyemîn de helîkopterên kobrayan xwestine mudaxele bikin lê rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.
2. Di 1'ê Îlonê de di saet 17.30'an de di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li dijî herêmên Ballimezra, Qeleya Seyîd Riza û Bokira ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyon hatiye lidarxistin.
3. Di 1'ê îlonê de di navbera saet 22.00-23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî çiyayê Gomanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi başlefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Ji 31'ê Tebaxê û vir ve li Şirnexê li dijî Çiyayê Dêra , Deşta Bîra û Gundê Spivyanê bi ser Gabarê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama bombebaranan de şewatê daristana yên li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dikin.
2 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê