HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13'ê Gulanê de di derbarê pevçunên Li çiyayê Meskan ê Colemêrgê me ji gelê me û raya giştî re raghand bu, di van pevçunan de gerîlayê meyê birîndar bûye piştre tevlî karwanên Şehîda bûye. Rêhevalê me Sîdar Yê ji Kurdistana Rojava Tevlê Tekoşîna Azadiyê buyî, di pevçunên li Girê Meskan tevlê kerwanên Şehîdên Azadiya Kurdistan bu.

Nasnameya Rêhevalê Şehîd:

Nasnav: Sîdar Kobanê
Nav û paşnav:
Mûhammed Hoşan
Cihê jidayikbûnê:
Kobanê
Navê dayik û bav:
Rehber-Huseyîn
Dîrok û cihê şahadetê: 13 Gulan 2014 /Colemêrg

Sîdar Kobanê - Mûhammed Hoşan

2. Di 14’ê Gulanê de di navbera saet 15:00 û 16:30 balefirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zap a bi ser herêmên Parastinê yên Medya û xeta sînor a Çelê nizim firiyane, her weha di 15’ê Gulanê de di navbera saet 03:00 û 04:00 li heman herêmê balefirên bê mirov gerên keşifê pêkanîne.

3. Artêşa dagirker a Tirk di 15’ê Gulanê de li gundên Sîve yê girêdayî Bidlîsê, gundên, Çevmîk, Mudur, Bayterut, Nêrgizê, Tehvan, Hecîka yên girêdayî Şîrvanê û gundên Zeviya Sor, Zerxanîs yên girêdayî Baykanê operasyonekî berfireh dane destpê kirin. Operasyona heya saetên şevê 17.30’an dom kir. Li ser herêmên operasyonê de balefirên bê mirov jî keşfekî zêde pêkanîne. Her weha di 15'ê Gulanê de di saet 11:30 de tevgera helîkopterên Kobra li ser herêma Şehîd Cuma yê girêdayî Bidlîsê. Dîsan di 15’ê Gulanê saet 15.00’an de li ser herêma Şîrvan a girêdayî Sêrtê de gerên keşfê yên zêde bûne heya niha didomin.

16 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê