ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 13’ê Gulanê saet 08.30’an de li nêzî Girê Meskanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên ku ji du aliyan de bi ser gerîlan me de dihatin pevçûn derketiye. Di pevçûnên ku ji du aliyan de derketin de, du leşkerên Tirk mirin û yek jî birîndar bû, û gerîlayekî me bi sivikî birîndar bûye, Piştî vê pevçûnê şûnde kobrayan 5 saetan herêm topbaran kirine. Li herêmê liv û tevgera leşkerî didome.
2. Di roja 12’ê Gulanê li herêma Şehîd Rojhat a girêdayî Amedê helîkopterekî tîpa Skorsky a aîdê artêşa dagirker a Tirk di ser qadê re nizim firiyaye, Hêzên me yên gerîla li hemberî vê helîkopterê bi armanca hişyariyê gule avêtinê. Helîkoptera ku derbe bû neçar maye ku li navçeya Koçakoy a girêdayî Amedê deynê. Di heman rojê de navbera saet 15.00 û 16.00’an de 2 helîkopterên bi tîpa kobra li ser herêmê re firiyaye.
3. Ji 10’ê Gulanê û virde artêşa dagirker a Tirk di navbera Girê Leylek û Girê Sivrî yên girêdayî navçeya Şemzînanê a Colemêrgê de dest bi çêkirina rêyan kirine.
14 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê