HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemnî û raya giştî re!

1. Di 24’ê Gulanê de saet 18.00’an de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Norşînê a girêdayî Bidlîsê bi piştgirya cerdevanan operasyonek daye destpê kirin. Ev operasyon herêmên Muşgan, Şantî, Radar Bogazi, Morx a Jêrîn û Morx Serê digirin nava xwe. Operasyon heya niha didome. Weke din artêş Tirk a dagirker bê navber ji navenda navçeyê leşkeran dişîne qadên operasyonê.

2. Di roja 25’ê Gulanê de di navbera saet 08.00 û 11:00’an li gel 21.00’an balefirên bê mirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya, herêma Zapê gerên keşifê pêkanîn.

26 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê