ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Gulanê de gêrîlayên me bi guleberdanê çalekiyek ya hişyariyê li hemberî panzer û wesayitên alav diveguhestin qereqolek nû ya li gundê Sedkare yê Bêşebabê Şirnexê tê çêkirin, pêkanîn. piştî çalekiya hişyariyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên kobra ve herêm hatiye bombebaran kirin, di heman rojê di navbera saetên 13:00 heya 18:00’ê de li vê herêmê operesyonê destpêkir. Operesyon di saet 18:00’ê de bê encam paşve kişiya.
2. Di 26’ê Gulanê de yekîneyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundên Geliyê Ele, Tepe Aydawa û Pira Wargenima yên girêdayî navçeya Esendere ya Colemêrgê dest bi operesyonekî kirin.
3. Ji 25’ê Gulanê ve balefirên bê mirof yên keşfê yên aîdê Artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Şehîd Kendal, Apê Mûsa û Şehîd Serxwebûn yên Amedê firîn.
4. Di 26’ê Gulanê de operesyona li navçeya Bitlîs Norşînê destpêkirî, di saet 14:00’ê de bê encam ziviriye. Li vê herêmê ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve bi yekîneyên veşartî, hewldanên kemîn danînê hene.
27 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê