Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 1’ê puşperê saet derdora 20:00 an li dijî Girê Bilîcan ya girêdayî navçeya Colemerg Çelê’ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye li darxistin. 70 leşkerê ku li ser girê bilîcanê bû ji hêla gerîlayê me bi awayekî bandor hatiye lêdan. Li vir 10 çeperê dijmin, konekî mezin û çepereke ku çeka giran A6 têde ji hêla gerîla yê me hatiye imha kirin. Li vir bi qasî ku hatiye zelalkirin 23 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 9 çekê HK-33(melez) yên ferdî û kamerayeke termal ji hêla gerîlayê me hatiye desteserkirin.
Di dema paşvekişandinê 2 hevalê me gihîştine şehadetê. Dema nasnameyê van hevalê me zelal bibe emê ji raya giştî re ragihînin. Piştî çalakiyê ji hêla dijmin li herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Hîn jî li herêmê yekîneyên dijmin yê veşartî faaliyetên kemîn û keşfê didin meşandin.
2. Di 1’ê pûşperê li Heremên Parastina Medya li dijî herema Orê ya girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 2’ê pûşperê de saet li derdora 24:00 ande gerîlayê me di hêza dijmin de dafikekê diteqînin, di encama teqîna dafikê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin yek jî birindar bûye. Piştî çalakiyê dijmin operasyonê paşde dikşînin. Herweha piştî çalakiyê li dijÎ heremê ji hêla artêşa KT êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin û balafirên kobra jî herem hatiye gulebarankirin.
3. Di 2’ê pûşperê de li Şirnex li dijî herema Dirîşkê ya girêdayî Garisa ye ji hêla artêşa tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Ji hêla gerîlayê me di hêza operasyonê de dafikek hatiye teqandin, di encamê de çawuşeke pispor hatiye kuştin.
4. Di 2’ê pûşpêrê saet di navbera 02:00-04:00 ande li Heremên parastina Medya li diji Serê Ferşê, Girê Nêriya, Giraniş û Deriyê Dawetiyê ku girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa KT bi balafirên kobra hatiye gulebarankirin.
4 Pûşper 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG