HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’yê pûşperê de saet di navbera 02:30-04:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Şikêrê Bêtalmeyê ku girêdayî Heftanînê ye, Artêşa TC’ê bi firokeyên kobra êrîşeke hewayî li dar xistiye.

 

2. Di 3’yê pûşperê de saet di navbera 24:00-24:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Sipê û Mîrganîşê ku girêdayî Zapê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

3. Di 2’yê pûşperê de saet di navbera 15:00-24:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Marya, Çiyareş û girên Angolayê ku girêdayî Zapê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

4. Di 2’yê pûşperê de saet di navbera 20:00-23:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Mila Redê, Tengava Şikêrê û Geliyê Sûlê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

5. Di 2’yê pûşperê de saet di navbera 20:00-22:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember Girên Bezenîkê û Xerîp û qadên Ava Gûzê û Şeşdarayê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

6. Di 2’yê pûşperê de ji hêla gerîlayên me ve êvarî saet di 17:00’an de li hember qereqola Serêkanî ku girêdayî Agiriyê ye çalakiyek li dar ketiye. Di dema nobet guherînê de maşîna ku leşkeran tîne hedef hatiye girtin û dema ku maşîn hewl daye bi paş ve bireve cara duyemîn hedef hatiye girtin. Çalakiya ku mirî û birîndarên dijmin tê de nehatiye zelalkirin de, li qada çalakiyê bi desteka maşînên zerîpoş Artêşa TC’ê operasyonek daye destpêkirinê. Piştî çalakiyê hevalên me bi saxlemî gihîştine ciyê xwe.

7. Di 31’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li desteka firokeyên kobra li qada Kizilkayalar ku girêdayî navenda Dêrsimê ye operasyona ku destpêkiribû û di 2’yê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.

3 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG