Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Tebaxê de di saet 14.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî qereqola Serêkaniyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kozik û nîzamiye hatiye derbekirin û 2 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.
2. Di 4’ê Tebaxê de di li navçeya Çelê ya Colemergê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin kontrola gerîlayên me hîn jî berdewam dike. Ji bilî hatina bi dehan ambûlansan û êrîşên hewayî tu tevgera dijmin li vê herêmê nebûye. Li derveyî 20 çekên gerîlayên me li Qereqola Rindikê de desteser kiriye, bi dehan çekên nîv otomatîk ên A4, Çeka tam otomatîk a MG3, Çekên Hewanan, Çekên BKC’yan û çekên ferdî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.
Rêhevala me ya bi navê Jîn di êrîşan de giran birîndar bibû sekneke fedaiyane nîşandaye, di encama çalakiya fedaiyane ya lidarxistî de gelek leşkerên dijmin hatiye kuştin û birîndar bûye. Li ser agahiyên me doh di derbarê wesayitên dijmin de dabû, panzereke din li ser girê qereqola Rindikê li gel 8 leşkerên di hundirê wê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmha kirin.
Di daxuyaniya me ya doh de di çarçoveya operasyona me ya şoreşgerî de şahadeta 7 rêhevalên me hatibû eşkerekirin. Him şahadeta hin hevalên me yê birîndar, him jî di encama pevçûnên pişt re berdewam kirin de 7 rêhevalên me yê din gihîştiye şahadetê. Di encama hemû operasyonê de bi giştî 14 gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya van rêhevalên me dema hate zelalkirin ji raya giştî re were parvekirin.
Di 5’ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-21.00’an de Tûgaya Çelê, Tabûra Êrîşê û Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandar hatiye lêdan Di encama lêdanan de gelek avahî û çeperên dijmin derbe xwariye. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ên di vê çalakiyê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 6’ê Tebaxê de danê beyanî li Baregeha Leşkerî ya Girê û Alaya Bîlîcana bi ser Çelê ve ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandar hatiye lêdan. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve herêm bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Kontrola herêmê hîn jî di destê gerîlayên me de ne.
3. Di 5’ê Tebaxê de di saet 11.00’an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine rêya Çelê bigrin û nasnameyan kontrol bikin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxstin. Di encama vê çalakiyê de panzêrek hatiye derbekirin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî, ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
4. Di 3’ê Tebaxê de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera Neqebên Nîrkola û Masîro de du gerîlayên me yê di encama pevçûnan de gihîştibûn şahadetê hatibûn eşkerekirin. Nasnameya du rêhevalên me yê di van pevçûnan de gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Şahîn Karker |
Şahîn Karker – Serbest Gumuş
Nasnav: Şahan Rojhilat |
Şahan Rojhılat – Kutbettin Dellaimilan
5. Di 5’ê Tebaxê de di navbera saet 05.00-19.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li diî Gostê, Neqeba Nîrkola, Ranya Pîrê, Neqeba Masîro, Gundên Nîrkola yên Jorîn û Navîn ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer û hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gelek zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye, cardin şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
6. Di 5’ê Tebaxê de di saet 22.00’an de di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê li nêzî Gundê Kertmînê li diî xeta lûleyan a Botaşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.
6 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê