Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Tebaxê de di saet 05.00’an de li navenda Dersimê li dijî Rojdere, Nîrîk û Geliya Şehîd Serbestê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Herweha di van bombebaranan de bi taybet bombeyên şewate jî hatiye bikaranîn. Di encama van êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. ,
2. Di 6’ê Tebaxê de di saet 16.00’an de di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê, 3 km nêzî Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama çalakiyê de muteahhîdê şîrketa Medka ya avakirina qereqolan girtiye ser xwe, Adem Ekelek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.
3. Di 6’ê Tebaxê de di navbera Amed û Çewlikê li nêzî qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên ji îznê vedigeriyan ji aliyê gerîlayên me ev hatine girtin.
4. Di 6’ê Tebaxê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Girê Şehîd Gafûr û herêma Mambenê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 6’ê Tebaxê de di saet 23.15’an de li navçeya Elbaka Wanê li li dijî 20 leşkerên li Girêberana ya ewlekariya qereqola Xanasorê digire, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê herêm ji aliyê artêşa dagirker a tirk bê ser û ber hatiye gulebarankirin.
6. Di 6’ê Tebaxê de ji saet 16.00’an heta 7’ê Tebaxê danê nîvro li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Geliyê Nîrkola, Neqeba Masîro, herêma Ranya Pîrê, Navserên Ewliya û Quntarên Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
7. Di 6’ê Tebaxê de di navbera saet 05.00-12.00’an de li navçeya Çelê ya Colemergê Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve bi bandor hatiye lêdan. Li herêmê hîn jî êrîşên gerîlayên me berdewam dike. Herweha hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
8. Ji 6’ê Tebaxê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hemû herêma Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi navber bi hewan û obusan tê bombekirin.
9. Ji 4'ê Tebaxê û vir li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahiya Zapê ji aliye artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Êrîşên li herêmê hîn jî berdewam dike.
7 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê