HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-16.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Şehîd Berîtan, Neqeba Karker, Neqeba Telefonêû Girê Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Koordîne, Neqeba Telefonê û Girê Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitin.

3. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyareş, Girê Partîzan û Serçemanê ku bi ser Xakurkêye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 17’ê Tebaxê de di saet 22.00’an de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li sêkoşeya Nehriyê li dijî yekîneyeke dijmin a derdiket operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye.

5. Di 18’ê Tebaxê de di saet 09.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Mamreşo ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.

6. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 20.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Golka û Kanî Genîka ku bi ser Metînaye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye lê xisar li zeviyên gundiyan hatiye.

7. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma çemço goristanên şehîdan ya Çemço, Reçbrex, Geliyê Kurê Jaro, Gundê Nêrve, Dola Bêsepê, Gundê Bêlê û goristana şehîdan a Zapê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxisitin. Tevgera balefirên şer ên li ser herêmê hîn jî berdewam dike.

8. Di 17’ê Tebaxê de di saet 16.30’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Qereqola Şikêr bi armanca bersivdayina êrîşên hewan û obusên Artêşa TC’ê ji aliyê gerîla yê me êrîşeke havanan hatiye lidarxisitin.

9. Di 17’ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kendekolê, Dola Sofiyan, Nuqteya Beraza, Kolît û derdora wê, Gundê Faxir û derdora wê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Tevgera hewayi ya li herêmê hîn jî berdewam dike.

10. Di 17’ê Tebaxê de di navbera Colemergê û navçeya Çelê ji aliyê gerîla yê me li dijî konwoyeke leşkerî rêzeçalakiyek hatiye lidarxistin.

-Di 17’ê Tebaxê de di saet 05.30’an de di dema derbasbûna konwoyeke leşkerî ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke bi zirx ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin.

-Di heman rojê de di saet 06.00’an de li dijî maşîneke bi zirx a akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê jî maşîna bi zirx a akrep hatiye rûxandin.

-Li dijî maşîneke bi zirx a dihate mudaxeleyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke siyemin hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê ev maşîn jî ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin. Piştî lidarxistina her sê çalakiyan de li dijî herêma çalakiyan ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobra bi zêdayî hatiye bombebarankirin.

-Di saet 08.00’an de li dijî helîkoptereke skorsy a dixwest bi daxistinan taqwiyeyê cîhê çalakiyan bike, dema daxistinan dikir ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de helîkoptera skorsky ê derbe xwariye û li nêzî tugaya Çelê ketiye xwarê û rûxiyaye.

Di encama çalakiyên li dijî daxuyanî û pêkanînên dewleta faşîst a TC’ê hatiye lidarxistin de 3 jê bînbaşi, 2 jê çawuşên pispor, 9 leşker û yek cerdewanê ewlekariya bînbaşî digirt ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Herweha 3 maşînên bi zirx, helîkoptereke skorsky hatiye rûxandin û 15 leşkerên dijmin jî hatiye birîndar bûye.

11. Di 17’ê Tebaxê de di saet 19.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê di navbera Pira Şûtê û riya Gemanê li dijî yekîneyeke dijmin a ewlekariya rê digirt ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 1 maşîn jî hatiye derbekirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê teknîkeke zêde hatiye bikaranîn û li dijî herêmên Siwara Benê û Beraviş operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona herême hîn jî berdewam dike.

12. Di 17’e Tebaxê de di navbera saet 20.00-22.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kuzînê û derdora wê, Balakatê û quntarê wê, Dola Zergelê, Kanî Cengê û derdora wê, Şehîd Avareş, Geliyê Bedrana, Geliyê Şehîdan, Gundê Bukrîşka û derdora wê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye lê xisarê maddî yên gundiyan çêbûye.

13. Ji 16’ê Tebaxê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiyayêreş, Şikefta Brîndara, Girê Karker, Girê Xeregol, Gundên Reşmê û Zêre, herêmên Ertûş, Kinyanîş, Şehîd Newal, Şehîd Zekî û Garê ya biçûk ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata herêmê hîn jî berdewam dike.

18 Tebax 2011

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê