Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Masîro ji aliyê Artêşa faşîst a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxisitin. Şewata piştî êrîşan li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.
2. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 00.00-01.00’an de li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li dijî çiyayê Tanînê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
3. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-22.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Reş, herêma Masîro û Geliyê Gumrukê ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa faşîşt a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.
4. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Mamreşo, Stûnê û Şehîd Dijwar ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêma Şehîd Dijwar destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-22.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Mamreşo, Geliyên Avaşîn û Basyan, û Dola Hesaba ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de mal û sewalên gundiyan telef bûye. Herweha di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.
6. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 14.00 – 19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiyayê Reş, Girên Cehennem, Angola, Ferhat, Şehîd Zekî, Şehîd Cîhat û Karker, Şikefta Brîndara, Gundên Reşmê, Kinyani û Nêrweh ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitin. Di encama erîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
7. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 09.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya balefirên şer ê dixwestin li dijî herêma Zapê êrîşeke hewayî lidarbixin, rastî berxwedaniya hêzên me yên balerfirkujan hatiye, bê ku karibe lê bide bê encam ji naçarî paş de zîviriye.
8. Di 18’ê Tebaxê de ji saet 21.30’an heta 19’ê Tebaxê (îroj) saet 01.00’an li Herêmên Parastina Medya li Zapê li dijî Çemço, goristanên şehîdan ên Çemço û Zapê, gundên Sîda, Kokerê û Bêsepê, Geliyê Kurê Jaro û Pira Balûka ku li ser ava Zapê ye ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de gorisana şehîdan a Çemço û pira Balûka texrîp bûye. Herweha di van êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.
9. Di 18’ê Tebaxê de di saet 15.00’an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî qereqolên Şikêr û Girê ji bo bersivdayina êrîşên li dijî Herêmên Parastina Medya ji aliyê gerîla yê me êrîşeke havana hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de 4 guleyên havana îsabet ê girên qereqolê bûye.
10. Di 18’ê Tebaxê de li navenda Dersimê li sêgoşeya Îksorê di navbera yekîneyên Artêşa TC’ê yên derketine operasyonê û gerîla yê me pevçûnek qewimiye. Di derbarê operasyon a yekîneyên weşartî jî tevlêbûye û hîn jî berdewam dike dema agahiyên berfireh hate em ê ji raya giştî re ragihînin.
11. Di 18’ê Tebaxê de li navenda Dersimê li derdora gundê Hengirvanê ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
12. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Neqeba Telefonê, Girên Koordine, Fedaî û Karker, herêmên Şehît Sarya û Şehît Ahmet û Gundê Misolokê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
19 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê