Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 12'ê Kanûnê saet 17:30'î, hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Serzêrê çalakiyek pêk anîn. Ji 2 baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin.
Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li herêmê, piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.
2. 14'ê Kanûnê (îro) saet 09:20'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kokerê ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
13'ê Kanûnê saet 21:20'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.
14'ê Kanûnê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê