HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li herêma Kirê Korê a Îdirê bi yekîneyên veşartî operasyonê dike.

 Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê dewam dike, êvara 11'ê Kanûnê saet 21'ê li qada Kirê Sitîla yê heman herêmê li dijî yekîneyên veşartî çalakiyek hatiye lidarxistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de fermandarê yekîneyê hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hejmara zelal nehate tespîtkirin.

Heman demê hêzên me li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Cemse xistine ku hewl dida mudaxleyî qada çalakiyê bike. Derb li wesayitê hatiye xistin, lê hejmara leşkerên Tirk ên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Qereqolên dijmin ên li derdorê, piştî çalakiyê bi çekên giran li qada çalakiyê reşandine. Di şer de zerar negihiştiye hêzên me yên gerîla.

 

13'ê Kanûnê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê