Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Tebaxe li navçeya Dersim Xozatê kemyoneke ku ji qereqola Amûtka re alavên leşkerî dibirin, li nêzê Derekoy ji aliyê gerîla yê me û yên TKPM-L TİKKO çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kemyon hatiye rawestandin, kamerayeke termal û alavê wê yê şerz kirinê agahi yên nasname yên çawuşekî pispor ku alîkarê fermandarê qereqolê ye ji aliyê gerîla yê me û yên TKPM-L TİKKO hatiye desteser kirin û kamyon jî hatiye şewitandin.
Piştî çalakiyê saet li derdora 17.00’ande ji aliyê artêşa TC li dijî herêma çalakiê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê de saet di 19.00’ande bêencam paşde vekişiya ye.
2. Di 13’ê Tebaxê di navbera saet 17.00-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî girê Pakê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewat a li herêmê destpê kiriye heta 14’ê Tebaxê (îroj) danê serê sibê berdewam kiriye.
3. Di 11’ê Tebaxê li navçe ya Colemerg Çelê li dijî yekîne ya dijmin a li girê Kunmêrê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, çepereke dijmin jî hatiye imha kirin. Piştî çalakiyê 4 saetan li dijî gundên li derdora çalakiyê ji aliyê artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
14 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG