HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12’ê Tebaxê li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Berîtan, Qebra Zahir, Girên Koordîne û Karker ku bi ser Xakurkê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 12’ê Tebaxê di derdora saet 01.30’ande li navçeya Colemerg Şemzînanê li dijî qereqola Garê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji hêla me nehatiye zelal kirin. Piştî çalakiyê girên ku ji aliyê artêşa TC dihat girtin û ewlekariya Fermandariya Alaya Şemzînanê digirt hatiye berdan.

13 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG