Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Cotmehê de li Mêrdînê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî navçeyên Qoser, Dêrik û Şemrexê hatibû lidarxistin hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê berdewam dike.
2. Di 14’ê Cotmehê de di saet 22.00’an de li navçeya Kemaha Erzinganê li nêzî Pira Hovîtê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketine operasyonê de pevçûneke qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, 3 rêhevalê me jî bi lehengî liberxwedane û gihîştine şahadetê.
Nasnav: Berîtan Farqîn |
Beritan Farqin - Ayşe İnatçi
Nasnav: Cesur Erzirom
|
Cesur Erzirom - Kaddafi Gulçimen
Nasnav: Medeni Eylem Koçgiri |
Medeni - Murat Dursun
3. Di 13’ê Cotmehê de li navçeya Pazarcixa Mereşê li bejahiya gundêÎncîrliyê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 3 rêhevalê me jî bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalê me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Kendal Tatvan |
Kendal Tatvan - Remzi Can
Nasnav: Cemal Amed |
Cemal Amed - Nebi Turgay
Nasnav: Deniz Kendal |
Di derbarê vê bûyerê de agahiyên di çapemeniya dijmin de behsa şahadeta rêhevalê me Sîpan tê kirin ne raste. Ev hevalê me li yekîneya xwe ye û wezîfeya xwe berdewam dike. Ji ber vê jî malbatên gerîlayên me divê guh nedin agahiyên dijmin û li hêviya daxuyaniyên me bisekinin.
4. Di 14’ê Cotmehê de li navçeya Adakliya Çewlikê li dijî herêmên Kimsor Neqeba Kimsor, Îneka û Meşika ji aliyê artêşa dagirker a tirk piştgiriya hêzên hewayî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 16’ê Cotmehê de danê êvarî bê encam paş de vekişiyaye.
5. Di 15’ê Cotmehê de di saet 18.30’an de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li navbera Gundên Kûdê û Bêrtê de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li nêzî gundê Kûdê li dijî leşkerên tîmên taybet hate lidarxistin de 3 leşkerên dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon heta 16’ê Cotmehê danê nîvro berdewam kiriye.
6. Di 15’ê Cotmehê de di saet 16.30’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê li dijî polîsên tevgera taybet ên li nêzî nexweşxaneyê dewriye digeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep texrîp bûye, 2 polîs hatiye kuştin polîsek jî giran birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî cihê çalakiyê û derdora wê operasyonek hatiye lidarxistin.
7. Di 15'ê Cotmehê de di saet 07.30'an û di 16'ê Cotmehê de di saet 09.30'an de li navçeya Elkê ya Wanê li dijî Qereqola Xalkawayê ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama her du çalakiyan de 2 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyan dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye.
8. Di 16'ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de li ser riya Dersim-Elezîzê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de herweha otobuseke şîrketa LÎmakê ya bi dijmin re hevkariyê dike û li Kurdistanê avakirina bendavên leşkerî girtiye ser xwe ji aliyê gerîlayên me bi şewitandinê hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî operasyonek hatiye lidarxistin.
9. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî gelek baregehên leşkerî çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin.
Di 16'ê Cotmeh3e di saet 22.00'an de li navçeya Çelê li dijî baregeha leşkerî ya li girê Ortê çalakiyeke serdegirtinê hatiye lidarxistin. Bi awayeke hemwext jî li dijî Tûgaya Çelê, Tabûra Serê Sêvê, Qereqolên Girê Şikêr û Karataşê, Girê ewlekariya qereqola Karataşê digre ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Piştî çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hemû baregeh bi awayeke bandor hate lêdan, ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di derbarê çalakî û encamên wan de wê dema zelal bû ji raya giştî re were eşkerekirin.
Operasyona di 14'ê Cotmehê de li dijî Geliyê Zapa bi ser Çelê hatibû lidarxistin herêmên Semedar û Samûra jî girtiye nava xwe û hatiye berfireh kirin.
Jİ 15'ê Cotmehê û vir veli dijî Girê Karker, Ava Hecibeg, Girên Konserve û Kanala yên bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di 16'ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li dijî Girê Konserve û Neqeba Gelişimê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê li dijî van herêman operasyonek hatiye lidarxistin.
17 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê