HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Li dijî artêşa dagirker a tirk ên xwestiye serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê bişkîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.

Di 14’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Geliyê Zap ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxitin. Li dijî leşkerên dijmin ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatine lidarxistin herweha pevçûnên dijwar qewimîne.  Li diJî karwaneke leşkerî ya ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat li sêgoşeya Gundê Tiyarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên zirxî hatiye rûxandin 2 wesayit jî texrîp bûye.

Piştî vê çalkaiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk xwestine bi helîkopterên skorskyan li herêma Kepê Mİrîşka daxîne, rastî bergiriya gerîlayên me hatine, gerîlayên me destûr nedane helîkopter li herêmê daxîne. Çalakiyên her du herêmê heta dotira rojê saet 12.00’an berdewam kiriye. Di encama heMû pevçûn û çalakiyan de 25 leşkerê dijmin hatiye kuştin, ji 10’an zêdetir leşker jî birîndar bûye.

Di van pevçûn û çalakiyan de 2 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên rêhevalên me dema zelal bû wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Di heman rojê li dijî Gundê Tiyarê û herêmên pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebarana helîkopterên kobrayan li gundê Tiyarê jinekê jiyana xwe ji dest daye, jinek jî birîndar bûye. Herweha rez û zeviyên gundiyan jî zirar dîtiye.

Operasyona dijmin a li dijî herêmên Ssêgoşeya Tiyarê, Pira Çeto, Suwarê Benê, Helwesîs û Kepê Mirîşka berdewam dike. Di derbarê pevçûnên herêmê yên berdewam dikin de her ku agahiyên nû bigihêje destê me wê ji raya giştî re were ragihandin.

Ji 13’ê Cotmehê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Şikefta Birîndara, Mahîr Mîrzo, Xeregol, Karker û Gundê Zêvê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan obusan tê bombekirin.

2. Di 14’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî derbe xwariye û şewitiye, heweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

3. Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-20.00’an de li navbera navçeya Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê û di navbera navçeya Berwariî û Gundê Osyanê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatine agahdarkirin. Herweha 3 mamostêyên xizmetê polîtîkayên bişaftinê yên dijmin dikin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Herêma tu mudaxeleyên dijmin çenebûye, serweriya gerîlayên me hîn jî berdewam dike.

16 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê