HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 9’ê Sibatê de di saet 02.15’an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek hedefên artêşa dagirker a tirk bi awayekî koordîne ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hemwext hate lidarxisti.

Di encama serdegirtina hemwext a li hemberî 10 girên cûda yên li derdora Qereqola 49’ê pêk hatin de 8 çeper, termalek mezin, dûrbînek Nikon hatine rûxandin, tankek derbeyek mezin xwariye. Piraniya 70 leşkerên ku di qereqol û tepeyan de bûn hatin kuştin, gerîlayên me çûne ser 29 termên leşkeran, 1 heb BKC, 1 heb G3 û 1 heb bombeavêj hatine desteserkirin.

Di encama serdegirtina yek saet û 15 deqîqeyan berdewam kirî de çar hevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.

Di çarçoveyan çalakiyên hemwext de Tabûra Komando ya li navenda Çelê ye û weke navenda operasyonê wezîfe dibîne ji aliyê gerîla yê me ve serdehatiye girtin û cebilxaneya wê hate rûxandin. Herweha li vir bi giştî 12 komando ji aliyê gerîla yê me ve hate kuştin.

Gerîlayên me bi çekên giran avêtine ser fermandariya Tûgayê ya ku li navenda nêzî 3 hezar leşker têde ne jî û çek li mala fermandarê tûgayê, cebilxane û lojmanên leşkerî jî ketine.

Gerîlayên me bargeha Girê jî kirine hedef û ji demjimêra çalakiyê heta êvara roja din dane ber guleyan. Li vir çeperek û 1 hep çeka A4 hatine rûxandin û 2 leşker jî hatine kuştin.

Gerîlayên me bi awayke bi kordîne tevî Girê Komando, Girê Şahîn, Qereqol û Girê Sîvrî bi avêtine ser gelek cihên leşkerî û bi çekên giran û navîn lêxistine, her wiha piraniya avahiyên qereqolê bûne hedef û li van avahiyan şewat destpêkiriye.

Di dem a çalakiyê û piştî wê artêşa dagirker a tirk gelek cîwarên sîvîl bi çekên cûr be cûr gulebarankiriye, ketin û derketina navenda navçeyê qedexekiriye û herweha hemû şebekeyên telefona jî birîne.

Di hemû çalakiyan de piraniya xwe ji leşkerên bi mûçe (meaş) pêk dihat bi çav yên hate dîtin 43 leşkerên dijmin hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Daxuyaniyên ji aliyê rayedarên tirk ên di derbarê wendahiyên xwe de didin derew in û hewl didin wendahiyen xwe veşêrin.

Nasnameyên gerîla yê me yê gihîştine şahadetê:

Şayan - Hevile İzer

Nasnav: Şayan Cûdî
Nav û paşnav: Hevîle Îzer
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Asya – Yusuf
Sal û cihê tevlêbûnê: 1996 / Etrûş
Dîrok û cihê şahadetê: 9 Sibat 2012 / Çelê, Colemerg

Diren - Saim Gönül

Nasnav: Dîren Firat
Nav û paşnav: Saîm Gonul
Sal û cihê jidayikbûnê: 1991 / Mûş
Navê dayik û bav: Esmaperî - Mahmût
Sal û cihê tevlêbûnê: 2009 / Stenbol
Dîrok û cihê şahadetê: 9 Sibat 2012 / Çelê, Colemerg

V

Nasnav: Viyan Tekoşîn
Nav û paşnav: Umran Balkan
Sal û cihê jidayikbûnê: 1988 / Wan
Navê dayik û bav: Zahîde – Seyfettîn
Sal û cihê tevlêbûnê: 2006 / Wan
Dîrok û cihê şahadetê: 9 Sibat 2012 / Çelê, Colemerg

Rojhat - Muharrem Omomiyilan

Nasnav: Rojhat
Nav û paşnav: Muharrem Omoyimilan
Sal û cihê jidayikbûnê: 1989 / Şot, Rojhilatê Kurdistanê
Navê dayik û bav: Zerî - Zahir
Sal û cihê tevlêbûnê: 2006 / Şot
Dîrok û cihê şahadetê: 9 Sibat 2012 / Çelê, Colemerg

Ev çalakiya me di serî de ji bo terora li ser Rêbertiya me û operasyonên di mehên zivîstanî de tên lidarxistin, çalakiyek li beramberî van hatiye lidarxistin.

2. Di 9’ê Sibatê de ji saet 05.00’an heta êvarî saet 20.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Şikefta Birîndara, Girên Kovî, Ferhat û Angola yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

10 Sibat 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê