HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 11’ê Sibatê de di navbera saet 19.00-23.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sernê, Ditaza, Nêrweh, Zêvê, Sarkê û Bîmê, girên Şikefta Brîndara, Angola, Ferhat û Marya ku bi ser herêma Zapê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.

2. Di 11’ê Sibatê de di navbera saet 21.30- 22.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Reş, Gundê Bermîzê û herêma Kanîreş ên bi ser Xakurkê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.

3. Di 11 Sibatê de di navbera saet 15.00-17.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Feqîra, Girê Şehîd Mazlûm, Quntarê Girê Angola û derdora gundê Bêtkarê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hate bombekirin.

4. Di 11’ê Sibatê de ji saet 19.00’an û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sernê, Ditaza, Nêrweh, Zêvê, Sarkê û Bîmê, girên Şikefta Brîndara, Angola, Ferhat û Marya ku bi ser herêma Zapê ve ne ji aliyê artêşa dagirker bi hewan, obus û tankan hate bombekirin.

12 Sibat 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê