HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 19’ê Cotmehê de (îroj) di saet 01.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Alaya navendê, Alaya Bilicanê û qereqolên der û dora wê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de nêzî 100 leşker û polîsên tevgera taybet hatiye kuştin an jî birîndar bûye. 21 çekên dijmin jî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye desteserkirin.

Herweha çeperên li Girê Bilicanê û asayiş ali navendê ji aliyê gerîla yê me ve hatiye rûxandin. Ji ber pevçûnên li herêmê hîn jî berdewam dike dema agahiyên zelal hate bidestxistin wê ji raya giştî re were ragihandin. Cardin di van pevçûnan de 5 gerîla yê me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameyên gerîla yê me di rojên pêş de wê bê eşkerekirin.

 

Ji saeta çalakî destpêkiriye û heta niha li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî tê lidarxistin, herweha bi hewan û obusan jî herêm tê topbarankirin.

2. Di 18’ê Cotmehê de li saet 14.00’an de di navbera Bêdlîs û navçeya wê Norşînê li dijî maşîneke akrep a bi zirx ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 polîs ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 17’ê Cotmehê de li navçeya Kopê ya bi ser Mûşê li dijî herêmên Qulinga, Elece, Eledag, Leybut û Semerşêxê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 16’ê Cotmehê de di saet 22.00’an de di navbera navçeya Mîdyadê ya bi ser Mêrdînê û navçeya Hezexê ya bi ser Şirnxê de li dijî xeta lûleyên petrolê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de xeta lûleyan piranî texrip bûye. Ji ber zirar neyê sivîlên li derdorê ji aliyê gerîla yê me ve nehatiye şewitandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Di 17’ê Cotmehê de di saet 21.30’an de li navenda Şirnexê li dijî polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, 3 polîs jî giran birîndar bûye.

6. Di 18’ê Cotmehê de di saet 20.50’an de li navçeya Bazidê ya bi ser Agiriyê ye ji aliyê gerîla yê me ve li dijî qereqola polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê em ve nehatiye zelalkirin.

7. Di 18’ê Cotmehê de ji saet 21.00’an heta 19’ê Cotmehê (îroj) saet 07.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Bezenîkê, Mêrgeşîş û Dêreşîşê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê aartêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

8. Di 18’ê Cotmehê ji saet 18.00’an heta niha li Herêmên Parastina Medya li dijî tevahiya herêma Zagrosê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî tê lidarxistin. Herweha li dijî heman herêmê bi hewan û obusan tê topbarankirin.

9. Di 18’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî tevahiya herêmên Xakurkê û Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

10. Di 18’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî derdora gundê Enzê yê bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

11. Di 18’3e Cotmehê de di navbera saet 20.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Rênas, Girê Nêriya, Şehîd Kemal û Şehîd Berîvan a bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hevan û obusan hatiye topbarankirin.

19 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê