Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Cotmehê de li navenda Dersimê li dijî herêma Kaxperî ji aliyê artêşa dagirker bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
2. Di 17’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-21.00’an de û di 18’ê Cotmehê de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şehîd Berîtan ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
3. Di 17’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-22.00’an de û di 18’ê Cotmehê de di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliya Reş a bi ser Xakurkê ye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
4. Di 17’ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
5. Di 17’ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehî Kemal, Şehîd Şêxmûs û Şehîd Mervan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
6. Di 18’ê Cotmehê de (îro) di navbera saet 00.00-02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Bezenîkê, Girê Nêriya, Şehîd Rênas, Dola Bêtalma, Şehîd Kemal û Girên Keçel, Heliz û Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
7. Fermandariya Sehaya Dersimê bi daxuyaniyekê daxuyakirin ku di 14’ê Cotmehê de li navçeya Xozatê ya bi ser Dersimê tu têkiliya gerîla yê me bi kesê bi navê Veysî Sarisaltik ê ji qereqolê re nan dibire re nîne. Di dem û cîhê behsa wê derbas dibe de tu hewldanên gerîla yê me çênebûye.
8. Ev demek eli navçeya Şemzînana Colemergê li herêma Gelişimê komeke kontra bi cilê gerîlê ye riyan kontrol dikin. Divê gelê me li dijî van kesan hişyar tevbigerin.
9. Di 16’ê Cotmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê li bajaroka Rûbarokê de tu têkiliya gerîla yê me bi gulebarandina cerdewanan re nîne. Ev ji aliyê yekîneyeke kontra yê bi cîlê gerîla yê me digere bi armanca provokasyonan hatiye lidarxistin.
18 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê