Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Pûşperê de li bejahiya navçeya Colemergê Çelê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera gerîla yê me û Artêşa TC’ê de pevçûnek qewimiye. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê Artêşa TC’ê bi du helîkopterên skorsky a dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Di 21’ê Pûşperê de di saetên êvarî de operasyon bêencam paş de zîviriye.
2. Di 18’ê Pûşperê de li Mûş’ê li dijî çiyayên Bilicanê û Qulingan ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon cerdewanên Gundê Hasê jî tevlêbibû, di 21’ê Pûşperê bêencam paş de zîviriye.
3. Di 20’ê Pûşperê de di navbera saet 10.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Mazî û Horê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li gundên Horê û Mazî destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
22 Pûşper 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê