HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22’ê Pûşberê li navçeya Colemergê Şemzînanê, li dijî bejahiya gundên Nêrdûşa û Kolê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek yek rojî hatiye lidarxistin. Di çarçoveya vê operasyona Artêşa TC’ê ji aliyê leşkeran pezên gundiyan hatiye desteserkirin.

2. Di 21’ê Pûşberê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Garê ya biçûk û Kela Ertûş ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin. Gerîla yê me jî li dijî êrîşên helîkopterên kobrayan bi bataryayên parastina hewayî bersiv dane êrîşa Artêşa TC’ê û pevçûneke demkurt hatiye jiyandin.

3. Di 23’ê Pûşberê de(îroj) di navbera saet 04.00-05.00’ân de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Erûş, Girê Şehît Cîhad û Girê Şehîd Çeko ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

23 Pûşber 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê