Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4 tebaxê de saet derdora 22.45’an li dijî 19 qereqol û baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a Tirk, ji aliyê gerîlayên me ve bi navê Şehîd Arjîn Garzan-Leyla Altan û Şehîd Mahîr Başkale-Haşim Kaya operasyoneke şoreşgerî hatiye lidarxistin.
Ev operasyona me ya li hemberî tecrîda zêdetirê salek e li ser Rêbertiya me berdewam dike, di 24’ê adarê de li Bedlîs- Xizxêrê şehadeta 15 hevalên me yên jin û şehadetê di zivistanê de li Eyaleta Erziromê pêk hat, di pêngava xwe yekemîn de bi ser ketiye.
Di encama êrîşa li hemberî Qereqola Rindikê û girên wê ya ku bi giştî 170 leşker û tîmek cerdevanan têde bûn hat pêkanîn de û 2 girên qereqolê diparastin, di nava 40 deqeyan de bi ketine destê gerîlayên me. Gerîlayên me di nîzamiye û avahiyên qereqolê de lêgerîn pêk anîne û di encamê vê de gelek amûrên leşkerî û zêdetirê 20 çek hatine desteserkirin. Li vir hat zelalkirin ku 70 leşkerên dijmin hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne. Her wiha, 5 panzer û wesayîteke kirpî hatine rûxandin. Li Qereqola Rindikanê 9 cerdevan ji aliyê gerîlayên me ve dîl hatine girtin, piştre ji ber berdewamkirina pevçûnan cerdevan serbest hatine berdan.
Li hemberî mudaxeleyeke muhtemel gerîlayên me li du cihên cûda yên li ser rêya Colemêrg-Çelê kontrol danîne, wesayîtên ku dihatin hatine rawestandin û gel ji aliyê gerîlayên me ve der barê operasyona şoreşger de hatiye agahdarkirin. Karwanê leşkerî yê ku ji bo mudaxeleyê ji qereqola Geman a girêdayî Çelê hat, ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bi bandor hatiye lêxistin. Di encamê de panzereke hatiye rûxandin, panzerek jî derbe xwariye û karwanê ji bo mudaxeleyê hat paş de hatiye vegerandin.
Di heman rojê de, di çarçoveya operasyona şoreşger de gerîlayên me li Navenda Tûgaya Çelê, Tabûra Serê Sêv, Tabûra Êrîşê, Alaya Bilêcanê, Qereqoka Girê û qereqola bi hejmara 49 xistine.
Dîsa, di heman çarçoveyê de Qereqola Karataşê û 2 girên ewlekariya qereqolê pêk dianîn hedef hatine girtin. Li vir di encama lêxistinek bi bandor de agir avahiyek ketiye, çeperek ku topa hewanê têde bû hatiye rûxandin û gelek çeperên dijmin derbe xwarine.
Li herêmê pevçûn bi berfirehî berdewam dikin. Di encama hemû çalakiyên hatin lidarxistin de zêdetirê 100 leşker hatine kuştin, nêzî 100 leşker jî birîndar bûne. Her wiha, zêdetirê 20 çekên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine desteserkirin. Di encama pevçûnên ku kontrol di destê gerîlayên de ye li herêmê diqewimîn û hîna jî berdewam dikin de 7 hevalên me bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê. Artêşa dadgirker a Tirk ji bilî êrîşên bi balefirên şer, hewan û obusan nikare mudaxeleyê herêmê bike. Em ê pêşketin û agahiyên berfireh ên der barê operasyonên şoreşgerî yên li herêmê berdewam dikin de bi gelê me û raya giştî re parve bikin û em ê piştre sicîlên hevalên me yên gihiştine şehadetê aşkere bikin.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşger a li navçeya Şemzînana Colemergê berdewam dike de di 4'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li dijî Qereqola Girê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiye de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
3. Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 12.00-14.00'an de cardin di 5'ê Tebaxê di navbera saet 00.00-03.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Ava Hecîbeg û derdora wê ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin.
4 Ağustos günü 12.00-14.00 saatleri arasında yine 5 Ağustos günü 00.00-03.00 saatleri arasında Hakkari’nin Şemdinli ilçesine bağlı Hacibeg suyu ve çevresine yönelik olarak işgalci TC ordusuna ait savaş uçakları tarafından hava saldırısı gerçekleştirilmiştir.
4. Di 3'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li dijî leşkerên ji bo piştgiriya hêzên Şemzînanê dihatin di navbera Wan û Colemergê de nêzî Pira Gençlikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin yek jê jî derbe xwariye. Li dijî desteya pispor a bombeyan û li dijî leşkeran ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hate lidarxistin. Di encama her du çalakiyan de 4 leşker hate kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin di heman rojê de paş de vekişiyaye.
5. Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 04.00-05.00'an de li navçeyên Gever û Şemzînanê Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk tevgerên hewayî çêbûye. Tevgera hewayî ya heta danê nîvro berdewam kir î de, di saet 13.00'an de li dijî helîkoptereke skorskyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera skorskyê derbe xwariye, dûman jê bilindbûye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
6. Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 04.00-05.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî xeta Şitaza û Oramarê tevgera hewayî ya helîkpterên kobrayan pêşketiye. Artêşa dagirker a tirk ên nekarîn berxwedana gerîlayên me bişkînin li dijî herêmê bê ser û ber bi hewan û obusan bombebarankiye.
7. Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî Qereqola Dihê ya kevn û du girên evlekariya wê digrin ji aliyê gerîlayên me ve êrîşeke berfireh hatiye lidarxistin. Leşkerên dijmin ên di amadekariya operasyoneke berfireh de bûn li avahiyên wan bi bandor êrîş hatiye lidarxistin, zirarên mezin çêbûye û li çar cîhan jî şewat destpêkiriye. Her du girên ewlekariyê dikin ketiye destê gerîlayên me, cihê razanê û xwarinê yên li van giran di encama lêdana gerîlayên me de şewitîne. Li van giran herweha 3 çekên nîv otomatîk ên A4 û Dûrbîneke Nîcon ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Herweha hin alavên leşkerî jî hatiye desteserkirin. Li van giran ên ji aliyê me ve hatiye zelalkirin 20 leşkerên dijmin hatiye kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûye. Helîkopterên kobrayan ên xwestine mudaxele bikin di encama lêdana bi bandor a gerîlayên me de naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Heweha di van pevçûnan de du rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahdetê. Wê nasnameya du rêhevalên me yê di van pevçûnan de gihîştine şahadetê dema zelal bû ji raya giştî re were eşkerekirin. Piştî çalakiyê dijmin li dijî herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê