HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3'ê Tebaxê de li navçeya Şemzînan Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ê dixwest êrîşî gireke di navbera neqebên Nîrkola û Masîro bike ji saet 03.00'an heta 19.00'an pevçûnên dijwar qewimiye. Di heman rojê di saet 23.00'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hate lidarxistin. Dîsa di 4'ê Tebaxê de di ji saet 02.00'an heta 07.00'an pevçûnên dijwar qewimiye. Di encama pevçûnên du rojan de bi giştî 17 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiey kuştin. Di van pevçûn û êrîşan de 2 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameya du rêhevalên me yê gihîştiye şahadete dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

2. Di 4'ê Tebaxê de di saet 07.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî paleyên Masîroyê li dijî leşerkên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin.

3. Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 07.00-07.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Garê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de qereqol zirar dîtiye lê hejmara kuştî û bîrîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

4. Ji 2'yê tebaxê û vir ve li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gostê, Girê Karker, Girê Masîro û Geliyê Nîrkolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan tê bombekirin.

5. Di 1'ê Tebaxê de di saet 00.15'an de li navenda Colemergê li taxa Tekserê li dijî 2 wesayitên bi zîrx ên akrep ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma vê çalakiyê de yek jê giran bi giştî çar tîmên taybet birîndar bûye. Herweha wesayiteke akrep jî derbe xwariye. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.

6. Di 4'ê Tebaxê de di navbera saet 08.00-09.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî helîkoptereke skorskya ya dixwest biçe qereqolên Oramar û Şitazinê rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û naçar maye paş de bizîvire.

7. Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li naveçay Dihê ya Sêrtê li dijî leşkerên qereqola Diha kevn û du girên evlekariya wê digirt ên amadekariya operasyoneke berfireh dikirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de bi dehan leşkerên dijmin hatiye kuştin. Herweha operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk a li dijî herêma Garısa destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Di derbarê pevçûn û operasyona li herêmê de em ê pişt re raya giştî agahdar bikin.

8. Di 3'ê Tebaxê de li navçeya Qerqeliya Wanê li dijî herêma Nordîşê, Gundê Merwana û Çilgirê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 20.30'an de di navbera yekîneyeke dijmin a ji 30 kesî pêk tê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê d 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve lli dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Herweha dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan 4 caran ji herêmê dûr xistiye.

4 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê