HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî du karwanên leşkerî du çalakiyên cuda hatiye lidarxistin.

Di 14'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Geverê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 18 wesayitan pêk dihat û ber bi Girê Memiştê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 14'ê Cotmehê de di li dijî karwaneke leşkerî ya ji 45 wesayitan pêk dihat û ji Çelê ber bi herêma Geliyê Tiyarê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji 6 baskan ve hatiye lidarxistin de beşek karwanê paş de vekişiyaye, beşek jê jî li cihê xwe rawestiyeye. Herweha artêşa dagirker a tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxîne lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye. Pevçûnên li herêmê hîn jî li hin deveran berdewam dike. Di derbarê pevçûn û encamên wan de wê raya giştî dema hate zelalkirin were agahdarkirin.

Ji 14'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Garêya biçûk a bi ser Çelêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hean û obusan tê bombekirin. Ji 13'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêmên Gostê, Neqeba Ewliya, Geliyê Ava Hecibeg, herêmên Konserve û Kanalên bi ser Şemzînanêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebaranên li her du herêman jî hîn berdewam dikin .

15 Ekim 2012

Navenda Çapemenî - Ragihandin a HPG'ê