Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî herêma Siwara Benê ku bi ser Çelê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de saet 07.30’ande li dijî hêzên operasyonê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin 8 leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji hêla yekîne yên artêşa TC derdor hatiye gulebaran kirin.
2. Di 27’ê Tîrmehê saet derdora 11.00’ande li Osmaniyê li navçeya Hasanbeylî li dijî maşîneke leşkerî ji hêla tîma çalakiyê ya Şehît Boran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna leşkerî ya jandarma yan hatiye imha kirin û herweha 2 leşker hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Gerîla yê me ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Berwarî û Şemzînanê lidarxistine.
3. Di 27’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî dijminên li girê Ziyad (Bayrakli) de ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji hêla me nehatiye zelal kirin. Ji piştî çalakiyê heta 28’ê Tîrmehê serê sibê ji dijî Siwara Benê, Gundê Bêlatê û Tiyarê ji hêla artêşa TC êrîşen havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşên TC sewalên gundiyan telef bûne.
4. Di 26’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî girên Bilîcan û Helwesîs ku bi ser Çeleyê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de saet17.00’ande li dijî dijmin ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin 2 leşker ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
5. Ji 28’ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Çiyareş, Reşmê û Xeregol ku bi ser Zapê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan tê lidarxistin.
6. Di 27’ê Tîrmehê li navenda Dersimê li dijî maşîneke karsazekî AKP’yî ku ya xwediyê mobilya-xalî ya Turkay ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin.Di encama çalakiyê de maşîn bi giştî imha bûye.
29 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG