Ji çapemenî û raya gişti re!
1. Di 28’ê Tîrmehê (îroj) li Şirnex li dijî herêmên Geliyoka, Tirbê Sêrtê û Zêvê ku girêdayî Gabarê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
2. Di 26’ê Tîrmehê di saetê êvarî li navçeya Hatay Dortyolê li derdora TOKÎ li dijî maşîna polîsan ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîs ji hêla gerîla yême hatiye kuştin. Berfirehiyên di derbarê çalakiyê de dema ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkere kirin.
3. Di 27’ê Tîrmehê saet derdora 11.30’ande li Osmaniye navçeya Hasanbeylî li dijî maşîneke leşkerî ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Berfirehiyên di derbarê çalakiyê de dema ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkere kirin.
4. Di 24’ê Tîrmehê saet derdora 10.00’ande li Agirî di navbera qereqola Bizirxanê û gundê Saribiyik ku bi ser Bazîdê ye li dijî maşîneke bizirx ya artêşa TC ji hêla Tîma Çalakiyê ya Şehît Ferhat çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 4 leşkerê dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye.
5. Di 24’ê Tîrmehê li Şirnex li dijî navserên Şehit Savaş ku bi ser Gabarê ye li dijî yekineya artêşa TC ku ji qerekola Zivingê ji bo keşif û kemin avêtinê derketibûn erazi yê ji hêla gerîla yê me yê YJA-STAR çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker ê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helikopterê skorsky rakirine navenda Sêrtê. Hêzên dijmin yê maye jî ji herêmê paş vekişiya ye.
6. Di 27’ê Tîrmehê saet derdora 04.00’ande li Colemerg li dijî herêmên Berçelan, Xirnatê, Girê Şehît Doxan, zozanên Nebirnavê û geliyê Moralê ji hêla artêşa TC bi piştgiriya helikopterên kobra bi bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
28 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG