Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Tebaxê de di derdora saet 24.00’ande li navçeya Çewlikê Kanîreşê li dijî herêmên Kizilagaç, Çatak, Xarik û Tevka Jorîn ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha ji aliyê helikopteran li dijî herêmê êrîşeke bombebaranê hatiye lidarxistin. Ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Geliyê Batûfa, Kizilagaç û Tevka Jorîn faaliyetên kemînavêtinê tê meşandin. Operasyon hîn jî bi rengê avêtina kemîna û keşifkirina ji aliyê yekîneyên weşartî berdewam dike.
2. Di 26’ê Tebaxê de di saetên şev de li Sêrtê li dijî Banê Botiya û Navserê Şehît Çektar ku bi ser Çiravê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
3. Di 26’ê Tebaxê di saetên êvarî de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çarçela ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 26’ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-21.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan,Karker û Koordîne ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
5. Di 26’ê Tebaxê de li derdora saet 04.00’ande li navçeya Amedê Lîcê li dijî herêmên Pêşê Kevir, Gundê Mehlê, Kerwas, Fîrdews û Misrif ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê de piştî nîvro bê encam paşde zîviriye.
6. Di 25’ê Tebaxê de li navçeya Qers Qaxizmanê li dijî Geliyê Qula û Gola Qazaxê ku bi ser Çemçê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî bi rengê kemîn avêtinê berdewam dike.
7. Di 24’ê Tebaxê de li derdora saet 19.00’ande li navçeya Colemergê Şemzînanê li derdora gundê Sirenîs di navbera yekîneyên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de pevçûneke 15 deqîqê qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
27 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG