Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 02.30-05.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Qebra Zahir û girê Koordînê ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 25’ê Tebaxê de di navbera saet 05.00-08.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Veregûz û Çarçela ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 25’ê Tebaxê de di navbera saet 20.00-21.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Alaniş ku bi ser Heftenîn ê yê ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Ji 24’ê Tebaxê û vir ve li navçe ya Çewlikê Kanîreşê li dijî herêma Darasor ji aliyê yekîneyên veşartî yên girêdayî Artêşa TC operasyoneke bi rengê kemîn û keşfê hatiye lidarxistin. Herweha helikopterên kobra û skorsky bênavber li ser herêmê digerin.
5. Ji 23’ê Tebaxê û vir ve li derdora navçeya Dersimê Qişlê û Dokuzkayalar ji aliyê Artêşa TC bi rengê kemînan operasyonek hatiye lidarxistin.
6. Ji 21’ê Tebaxê û vir ve li Dersim li dijî herêma Seter ku bi ser navçeya Qişle ye ji aliyê helikopterên kobra hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de agirê li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
7. Di navbera 14’ê Tebaxê û 23’ê Tebaxê de li Dersim li dijî herêmên Kela Xizir, Mergamî, Hingirvan, Dagdek û Çakirkaya ku bi ser Pişumurê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Herweha ji aliyê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC bi rengê keşîf û kemînan operasyonek hatiye lidarxistin. Bi armanca xwediyê zomên li herêmê bitirsînin û ji herêmê dûr bixînin jî bi helikopterên kobra li dijî herêmê bombebaran hatiye kirin.
26 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG