HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 9’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Kanî Qirêj a bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Dİ 7’ê Cotmehê de di saet 23.00’an de li navçeya Dara Hênê ya bi ser Çewlikê li dijî lojmanên polîsan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê nehatiye zelalkirin. Herwaha ji aliyê gerîla yê me ve baregeha nobedara hatiye rûxandin, panzerek jî hatiye şewitandin.

3. Di 8’ê Cotmehê de ddi saet 20.00’an de li Colemergê li dijî leşkerên dijmin ên ji opersayonê vedigeriya ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin û êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitn.

9 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê