HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 10’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Arê û Girê Mercan ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer erîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Di 10’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Arê nêzî sînorê navçeya Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşek havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 8’ê Cotmehê de li Çewlik li dijî herêmên Cigerna, Pîrîz û Aşagıkoy ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de di ketin û derketina gundan de kontrola nasnameya hatiye kirin. Opeasyona herêmê di 10’ê Cotmehê de bêencam paş de vekişiyaye.

4. Di 6’ê Cotmehê de di saet 08.00’an de li navçeya Şaxê ya bi ser Wanê ve li dijî herêma Geliyê Masîro ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê serdegirtinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona 4 gundî jî hatiye binçavkirin, di heman şevê de bêencam paş de vekişiyaye.

10 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê