Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Cotmehê de di saet 06.30'an de li bajaroka İlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Qehreman, Kanyan, Quntarên Ozgur, Dallitepe, Gol û Kotê yên bi ser Şehîd Serxwebûn in ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin.
2. Di 23'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê di navbera du gerîlayên me yên li ser wezîfeyekê bûn û polîsên tevgerê taybet de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin, 11 ji wan jî birîndar bûne. Her du gerîlayên me yê famkirine ku nekarin ji dorpêça dijmin rizgar bibin, bombeyên xwe di xwe de teqandine û bi lehengî gihîştine şahadetê.
Nasnameya rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Çekdar Rojaçiya |
|
Kod Adı: Rustem Gever |
3. Di 29'ê îlonê de li navçeya Gevera Colemergê du şervanê me yê di amadekariya çalakiyekê de bûn di encama qezayekê gihîştine şahadetê. Nasnameya rêhevalên me yê gihîştine şahadetê;
Nav û paşnav: Mehmet Tekîn
Navê dayik û bav: Şukriye - Abdurrahim
Cihê jidayikbûnê: Colemerg
Dîrok û cihê şahadetê: 29'ê îlon 2012 / Gever, Colemerg
Nav û paşnav: Necman Bor
Navê dayik û bav: Sultan - Yakup
Cihê jidayikbûnê: Gever, Colemerg
Dîrok û cihê şahadetê: 29'ê îlon 2012 / Gever, Colemerg
4. 30 Eylül günü saat 19.00’da Amed’in Silvan ilçesinde askeri amaçlı baraj yapımını üslenen bir şirket şantiyesine yönelik gerillalarımız tarafından bir baskın gerçekleştirilmiştir. Şantiyedeki işçileri uyararak serbest bırakan gerillalarımız 1 kepçeyi ve şantiyenin büyük bölümünü yakarak imha etmiştir. Eylem ardından işgalci TC ordusu tarafından alanda başlatılan operasyon halen devam etmektedir.
5. Artêşa dagirker a tirk li dijî derdorên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê de operasyonê nû daye destpêkirin.
Operasyona li Geliyê Zapa Çelê berfireh dibe û berdewam dike. Di 30'ê îlonê de di saet 20.00'an de li dijî baregeha leşkerî ya ewlekariya Alaya Bîlîcanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Di 30'ê îlonê di saet 19.00'an de li dijî Qereqola Bêsosîn a Geverê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 08.30-10.00'an de li dijî herêma Nehrê bi helîkopterên kobrayan, di navbera saet 08.00-09.00'an de jî li dijî Girê Konserve û Geliyê Ava Hecîbegê jî bi hewan û obusan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatiye bombekirin. Li gel van bombebaranan jî li dijî Genîştepe û herêma Gostê ji çar baskan ve operasyoneke nû hatiye destpêkirin.
Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 20.00-21.00'an de li dijî herêma Çarçela û Mergezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 04.30-05.00'an de li dijî heman herêman bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranan li dijî Girê Çeta ya bi ser Çalareş û Mergezerêya bi ser Geverê operasyoneke nû hatiye destpêkirin.
Di 30'ê îlonê de li di navbera saet 19.00-20.00'an de ji bo qereqolên Oramar û Şitazinê bi ser Geverê bi gelek helîkopterên skorskyên kargoyan alavên leşkerî û cebilxane hatiye veguheztin.
Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li dijî Girê Gafûr ê bi ser Oramarê bi balefirên şer dîsa di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 09.00-09.30'an de bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
1 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê