HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30'ê îlonê de di saet 17.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî gundê Kadûnê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijimin hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye.

2. Di 30'ê Îlonê de di 17.00'ê îlonê de li ser xeta sînor li dijî helîkoptereke skorskya ya xwestiya derbasî herêma Deriyê Dawetiya bi ser Qilabana Şirnexê bibe ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

3. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Ezîz û Şehîd Celal de di 30'ê îlonê de di saet 21.30'an de li ser riya Sêwaz-Erzinganê li nêzî herêma Cebesoyê li dijî xeta trênekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di xeta trênê de zirara maddî çêbûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin.

4. Di 1'ê îlonê de di navbera saet 16.45-19.30'an de li ser riya navçeyên Nisêbîn û Mahsertêya Mêrdînê nêzî gundê Kurikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha du kesên bi dijmin re hevkarî dikir li pêşiya gel hatiye darizandin. Ji ber van du kesan soz dane ku wê biryara gel a careke din bi dijmin re hevkarî nekirinê dane, serbest hatine berdan.

5. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle de ji aliyê gerîlayên me li navçeya Bazîda Agiriyê û navçeya Çaldêrana Wanê hin çalakî hatiye lidarxistin.

Di 1'ê Îlonê de di saet 17.45'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî girê ewlkeriyê û 3 çeperên qereqola Kevirê Şamiyan de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê leşkerên li gir bi awayekî bandor kirine hedef, 3 çeper li gel leşkerên tê de hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Li dijî karwanê leşkerî yên ber bi Gundê Teperî ve diçûn û ji bo mudaxelê dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hatiye texrîpkirin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi wesayitan ji herêmê dûr xistiye.

Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 17.30-22.00'an de li ser riya Bazîd û Çaldêranê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 3 tirên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dikin bi şewitandinê hatine rûxandin.

Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 20.30-21.00'an de li ser riya Bazîd-îdirê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha tirek a şîrketa bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî mudaxeleyî cihê çalakiyê kiriye û yekîneyên xwe yê veşartî ji bo kemîn vedanê û keşfê li herêmê bi cîh kiriye.

Piştî çalakiyên li vê herêmê di 2'ê Cotmehê de di danê sibehê de li dijî Kirê Gewrê, Kirê Qijikê, Kirê Arhacê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna hezaran leşkerî operasyonek hatiye destpêkirin.

6. Operasyonên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê, li rastî mudaxeleya gerîlayên me hatine û hatine rawestandin.

Hêzên dijmin ên ku di 27’ê îlonê de li Geliyê Zapê yê girêdayî navçeya Çelê tevlî operasyonê bûn, hatine rawestandin û li cihê ku lê mane, hatine tengavkirin. Li hemberî vê yekê artêşa adgirker a Tirk ketin û derketina Geliyê Zapê qedexe kiriye û zextan li gel dike. Ev herêm hîna jî di bin kontrola gerîlayên me de ye.

1’ê cotmehê, saet di 24.00 de gerîlayên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a ku dixwest derbikeve Girê Meleyan ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dar xistine. Gerîlayên me artêşa dagirker a Tirk rawestandin û hejmara kuştî û birîndarên di çalakiyê de nehatiye zelalkirin.

2’yê Îlonê saet di 04.00-05.30 de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî hêzên artêşa dagirker ên ku dixwestin derbikevin navserên Garê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek bi qasî saetek û nîv berdewam kir, qewimiye. 2 helîkopterên kobra yên ji bo mudaxeleyê hatin, li rastî çalakiya bersivdayînê ya gerîlayên me hatin, neçar man paş de vegerin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin ên di çalakiya li vê herêmê de, nehatine zelalkirin.

2’yê cotmehê saet di 08.00 de gerîlayên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a ku bi armanca bidestxistina navsera Ranyapîrê ber bi pêş ve dihat, çalakiyek hemwext li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, û leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa dagirker a Tirk a ku hate rawestandin, 2’yê cotmehê saet di 08.30-09.00 Girê Konserve û Girê Garê bi balefiran bombebaran kiriye. Pevçûnên li herêmê hîna jî berdewam dikin.

Artêşa dagirker a Tirk li herêmên Çarçela û Mêrgezerê yên girêdayî navçeya Geverê dabûn destpêkirin. Gerîlayên me di 1’ê cotmehê saet di 13.00 de li dijî hêzên operasyonê yên li Girê Çeta çalakiyek li dar xistine. gerîlayan bi awayeke bi bandor li hemû hedefan dane û hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

Artêşa dagirker a Tirk a ku li vir hate rawestandin bi helîkopterên Skorsky gelek leşker û cebixane veguhestine Girê Çeta. Saet di 21.30-22.30 de herêmên Çarçela û Mêrgezerê bi balefirên şer hatine bombebarankirin, saet di 21.30-23.00 herêma Geliyê Doskî bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.

7. Îro di saetên danê sibê de, li navçeya Elkê ya Şirnexê, Zozanên Faraşînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi desteka hekîpoterên kobra daxistin hatiye pêkanîn û operasyona hatiye destpêkirin.

2 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê