Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di 18'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li ser riya Çewlik, Mûş û Solxanê li dijî karwaneke leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisti.
Ev karwanê leşkerî ya ji 10 wesayitên zirxî, 5 otobus û transîteke 300 leşker barkirî û hemû çekdarin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şopandin û li dijî 3 otobus, 3 wesayitên zirxî û transîtekê çalakÎ hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 otobus tevî hemû leşkerên tê de hatiye kuştin, otobus jî şewitîne û têkşikiyane. Otobusek û wesayita transîtê jî giran derbe xwariye. Di encama lêdanên bandor ên gerÎlayên me de jî 3 wesayitên zirxî derbe xwarine û bêbandar mane. Wesayitên zirxî û otobusên din ji cihê herêmê reviyane.
Di hemû çalakiyan de yên bi çav hatine dîtin 110 leşkerên dijmin zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar bûne. Kuştî û birîndarê li herêmê bi 100 embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê hatine dûr xistin û rakirine nexweşxaneyên Çewlik, navçeya Solxanê, Mûş, Erzirom û Elezîzê.
Artêşa dagirker a tirk piştî çalakiyê bi saetek û nîvê kariye were cihê bûyerê, wesayitan bitefîne û xurdeyên wesayitan ji herêmê rabike û heta saet 19.00'an jî riya herêmê li çûn û hatinê qedexekiriye.
Di navbera panzêrên ji herêmê reviyaye û gerîlayên me de pevçûneke demkurt qewimiye. Piştî çalakiyê 3 helîkopterên kobrayan cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bombebaran kiriye, 6 helîkopterên skorsky jî leşker veguheztine herêmê. Operasyona li herêmê hatiye destpêkirin jî hîn berdewam dike, dîsa serweriya herêmê di destê gerîlayên me de ye.
2. Di 18'ê Îlonê de di saet 07.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî Qereqola Arûşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, ustegmenek, çawuşeke pispor û 2 leşker hatine kuştin, çawuşeke pispor û 4 leşker jî birîndar bûye.
Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
Piştî çalakiyê balefireke keşfê ya heronê ya artêşa dagirker a tirk ji bo mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve di saet 12.15'an de hatiye xistin. Enqaz û perçeyên girîng ê balefirê di destê gerîlayên me de ye. Piştî xistina balefiran keşfê li ser herêmê tevgera balefirên şer jî çêbûye.
3. Di 18'ê Îlonê de di saet 20.30'an de li ser riya Wan û navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî şantiyeke ya Peker Înşaatê ya ku li Kurdistanê riyên bi armanca leşkerî saz dikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek, sîlîndîrek, 2 greyder, 2 kemyon, 2 mîkserên betonê, rampayeke çîmentoyê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin, karkerên vê şantiyê jî hatine hişyar kirin.
4. Di 18'ê Îlonê de di saet 19.40'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Gundê Karakentê li dijî şantiyeyeke Akgun înşaatê ya li Kurdistanê riyên bi armanca leşkerî saz dike, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê çekeke qilêşê ya cerdewanên nobedariya vir digrin desteser kirine, herweha ji karkerên li vir jî civînek lidarxistine.
Herweha 18 kemyon, 2 dozer, 3 transît, 4 kepçe, yek jê ya mazotê ya din a avê du tankêr, 2 cihên razanê, ofîs û kafeterya li gel 2 TV, Qompîterek, Prînterek, 2 bêtê l û tifingek jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê di saet 22.45'an de li nêzî riya Teperuzê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di derbarê agahiyên vê pevçûnê dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.
5. Di 18'ê îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li Colemergê li ser riya Gever û Oramarê li derodra herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê di navbera saet 20.00-20.30'an de li dijî herêmên Veregoz, Memîşka û Mergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
19 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê