Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14'ê Îlonê de Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanç Şehîd Ronahî û Şehîd Harûn a hatibû destpêkirin, di vê çarçovê de li Amedê li dijî girên ewlekeriya girên Fermandariya Tûgaya Lîceyê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di 19'ê îlonê de di saet 19.30'an de li dijÎ 2 girên ewlekeriya girên Fermandariya Tûgaya Lîceyê digirin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bombebaran kiriye.
Di 18'ê îlonê de li navçeya Hanê ya Amedê li dijî wesayiteke doblo ya 4 leşker di hundirê wê de ne û ji qereqola Hegesor derdiket li hişyariyên gerîlayên me yê raweste guhdar nekiriye û gule reşandiye ser gerîlayên me. Li vir di navbera gerîlayên me û di navbera leşkerên dijmin de pevçûneke demkurt qewimiye. Encamê vê çalakiyê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 18'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li navedan Bedlîsê li dijî herêma Terkan a bi ser Şehîd Serxwebûne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bê ser û ber hatiye bombekirin.
Ji 17'ê Îlonê û vir ve li navçeya Pîrana Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora Qereqola Kaniya Spiyê bi hewan û obusan bê ser û ber tê bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristana destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
2. Serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelêya Colemergê berdewam dike hin çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarçovê de;
Di 18'ê Gulanê de di saet 19.45'an de li ser riya Gever û Şemzînanê li dijî baregeheke polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, dijmin jî bi 3 embûlansa kuştî û birîndarê xwe ji vê herêmê dûr xistiye.
Di 19'ê îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li herêma Geliyê Doskî rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin.
Ji 19'ê Îlonê de ji saet 23.00'an heta 20'ê Îlonê 08.00'an li dijî Gostê, Garê, Neqip, Ava Hecibeg ên bi ser Şemzînanê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha ji 17'ê îlonê û vir ve li dijî herêmên ertûş, Garêya biçûk û mezin,Cîloyê biçûk ên bi ser Çelê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama bombebaranan de şewata li daristanên Ertûşê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Di 19'ê îlonê de di navbera saet 12.00-19.00'an de li navçeya Gevera Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk leşker û cebilxane veguheztine qereqola Sînewayê.
3. Di 19'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Pulura Dersimê serdozgerê bi navê Mûrad Ûzûn ê bi pêknaînên xwe yê dijminantiya Kurdan û pêkanînên faşîst tê nasîn, di operasyonên komkujiyê yên terora hiqûqê ya ji aliyê dewletê ve tê meşandin bi awayeke aktîf rol dilîze ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan.
4. Di 19'ê îlonê de di navbera saet 18.00-20.00'an li ser riya Dersim-Erzinganê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 70 wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 2 wesayitên şîrketên bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.
5. Di 19'ê Îlonê de di saet 23.00'an de li navenda Îdirê li nêzî Qereqola Korxanê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin herweha wesayiteke Turk Telekomê û xeta ceryanê ya diçe qereqola Korxanê ji aliyê gerÎlayên me ve hatiye rûxandin.
6. Di 18'ê Îlonê de di saet 22.45'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Qereqola Teperuzê pevçûna di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de qewimî bû ji raya giştî re hatibû eşkere kirin. Di vê pevçûnê de di encama gulebarana artêşa tirk a bê ser û ber de welatiyeke sivîl ê navê wî nehatiye zelalkirin jiyana xwe ji dest daye.
7. Di 8'ê Îlonê de li Bedlîsê li herêma Şêx Cûmayê ji aliyê gerîlayên me ve 3 cerdewan hatibû girtin. Ev 3 cerdewan piştî lêpirsînên wan qediyane di 20'ê Îlonê de serbest hate berdan.
20 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê