HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20’ê cotmehê de (îro) li dijî Perxanê ku bi ser Çewlikê ye ji aliyê yêkîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê bi rengê serdegirtinên nuqteyan operasyonek hatiye destpêkirin. Di derbarê berfirehiyên operasyonê dema ji aliyê me were zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.

2. Di 18’ê cotmehê de operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma Şehîd Remzî ku li ser Amedê yê hatibû destpêkirin, di 19’ê cotmehê de di saetên êvarî de bê encam paşde zîviriye.

3. Di 18’ê cotmehê de li navçeya Şirnexê Beyşebabê operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma Karçanê hatibû destpêkirin di 19’ê cotmehê de piştî nîvro bê encam paşde zîvirîne.

4. Di 18’ê cotmehê de di navbera saet 05.30-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî derdora Avaşîn ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 18’ê cotmehê de di navbera saet 22.30-00.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Quntarên Xantûr û herêma Şehîd Ciger ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

6. Di 1’ê cotmehê li navçeya Agiriyê Patnosê li dijî derdora gundê Çakirbeg ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona heta 13’ê cotmehê berdewam kiriye de di encama pevçûnên di navbera dijmin û gerîla yê me de qewimîne hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Hevalê Ednan (Ozcan Taş) jî bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Ji ber operasyon 13 rojan berdewam kiriye û ji ber şert û mercên şer agahiya şahadeta hevalê Ednan dereng gijîştiye dest me. Ji ber vê em dereng ji gelê me û raya giştî re radigihînin.

Nasname ya hevalê me yê şehîd ketiye;

Adnan - Ozcan Taş

Navê kod: Adnan Pîro
Nav û paşnav: Ozcan Taş
Cîh û sala jidayikbûnê: 1982 / ÎzmÎr
Cîh û sala tevlêbûnê: 2002 / Kelareş
Navê dê û bav: Pakîze / Resul
Cîh û dîroka şahadetê: 1 Cotmeh  2010 / Patnos, AgirÎ

20 Cotmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê